Bi vî awayî dikarî xwe amade bikî 

Heger tu pêşî fikiribî ku tu dê dli rewşeke krîzê çawa bertek nîşan bidî û çi bikî,hingê tu dikarî ji sergêjiyê dûr bisekinî. Hingê hûn ê bikaribin biryarên baş û çêtir bidin. 

Bifikire li ser rewşeke cidî ya ku tu berê tê de bûyî. Wek mînak, mirina kesekî di malbatê de an jî bûyereke giran di civakê de. Te çawa bertek nîşan da? Dibe ku hûn ê cara din jî bi heman awayî bertek nîşan bidin. Hewl bide bi bîr bînî bê ka çi alîkariya te kiriye li demên berê, û ji bo ku dîsa heman tiştî bikî pîlanekê çêke. 

Bi kesekî re bipeyive bê ka tu dê li rewşeke krîzê çawa bertek nîşan bidî û çi bikî. Tu dikarî bi kesekî re ku tu pê re dijî, heval, malbat, cîran an jî hevkarên xwe re biaxivî. Pîlanek çêkin ku heger pêwîst bû hûn çawa dikarin piştgiriya hevdu bikin; hingê dema pêwîst bû xwestina piştgiriyê hêsantir dibe.  

Ji bo amadekariyeke baş a kesane, şîretên DSB bişopînin. Heger tu ji bo krîzê bi pratîkî amade bî, hingê tu ji aliyê derûnî ve jî çêtir amade yî.  

Bêhtir derbareyê Egenberedskap’ê (xwe-amadekarî) bixwînin (dsb.no, bi Norwêcî) 

Şîret ji bo çareserkirina krîzan 

Hewl bide ku li ser tiştên ku dikarin baş biçin bifikirî - ne tenê li ser tişta herî xirab ku dikare biqewime. Dema ku tişt dijwar bibin, bifikire ka tu dikarî çi bikî. Destûrê bide xwe ku tu dev ji tiştên ku nikarî tiştekî li ser bikî berdî. 

Hewl bide di rewşa ku tu tê de yî wateyekê jê re bibînî. Ev dikare stresa kêm bike û hêza berxwedana derûnî ava bike. 

Bi rûtînên xwe ve girêdayî bimînin 

Hewl bidin ku rutînên rêkûpêk hebin: 

  • Danên xwarinê 
  • rojên meşê yan meşqê 
  • herka rojane 
  • paqijiya kesane 

Ji hêla fîzîkî ve çalak be. Werzîş pêşî li depresiyon û fikaran digire, û ji we re dibe alîkar ku hûn li ser rewşa nuha û îroyîn bisekinin. 

Di nava rojê de ji razanê dûr bisekinin, serê sibehê herî kêm 30 deqîqe ronahiya rojê werbigirin, û dema hûn diçin razanê odeyê pir germ nekin.  

Hewl bide ku xwarina cihêreng û bi tendurust bixwî. Ji vexwarina kafeîna pir, dûr bisekinin. Li alkol û madeyên din ên hişbir baldar bin û ewle bin ku hûn têra xwe avê divexwin.  

Temrînên nefesê û teknîkên ku dikarin li dijî stresê alîkar bin

Ji bo kêmkirina stresê temrînên nefesê bi kar bînin. Nefesgirtina hêdî alîkariya laşî dike da ku bikeve rewşa rihetbûnê û hevsengiyê sererast bike:  

  • Nefesên hêdî û kûr bi zikê xwe bistîne. 
  • Dema ku hûn nefesê dikişînin heta 4-an bijmêrin. 
  • 4 saniyeyan hilma xwe bigirin 
  • Dema ku hûn nefesê dikişînin heta 4-an bijmêrin. 
  • 4 saniyeyan hilma xwe bigirin 

Temrînê 1-2 deqîqeyan, yan jî heeger pêwîstî hebe dirêjtir dubare bikin.  

Heger hûn pir stresdar bin, hûn dikarin ankringsteknikk (teknîka lengerkirinê) jî biceribînin. Raweste û 3 tiştên ku dibihîzî, 3 tiştên ku dibînî û 3 tiştên ku li ser çermê xwe hîs dikî bala xwe bidiyê. Ev dikare alîkarî bike ku tu aram bibî.  

Bi kesên din re têkilî bike. 

Heger mumkun be, bi heval, malbat û kesên din re di nav têkiliyê de be. Têkiliya sosyal (civakî) derfetê dide me ku em ramanên xwe parve bikin û li ser çawa çareserkirina rewşê  biaxivin. Ew di heman demê de aramiya hişê dide me ku em dizanin ku heger pêwîstiya me pê hebe, kesek li cem me heye. Heger tu difikirî ku kesek pêdivî bi te heye, derkeve pêş, alîkarîkirin baş e. Pir#i caran, ji bo ku cûdahiyek çêbibe, hindik tişt hewce ne.  

Çend rêxistinên xwebexş ji bo kesên ku hewcedariya wan bi kesekî heye ku pê re biaxivin, pêşniyaran pêşkêş dikin. Hûn dikarin, di nav tiştên din de, bi xeta alîkariyê Mental Helse (Tenduristiya Derûnî) re li ser jimareya 116 123 telefon bikin.  

Hewl bidin ku mîzahê (pêkenînê) bînin nav jiyana rojane. Mîzah stresê kêm dike û di rewşên dijwar de dikare bibe alîkariyek baş. 

Dem veqetînin da ku guh bidin fikarên zarokan. Hewl bidin ku agahiyên rast û bê tirs bidin zarokan. NRK Supernytt nûçeyan ji bo zarokên di koma temenê 8-12 salî amade dike. 

Bifikire ka li demên krîzê tu dikarî li ku derê agahî werbigirî. Malpera şaredariyê, malperên dezgehên neteweyî, radyo, TV û rojnameyan bi kar bîne. Dezgehên netewî dema ku pêwîst be ji bo dayîna agahdariyê kanala radyoyê NRK P1 bikar tînin.  

Agahdarî û ragihandin di krîzan de (dsb.no, bi Norwêcî)

Şîretên derbareyê tenduristiya derûnî li dema krîzan ji aliyê Forsvarets sanitet og Helsedirektoratet (Xizmeta Tendurustî ya Hêzên Çekdar û Rêveberiya Tenduristiyê) ve hatine dayîn. 

Innholdet er levert og kvalitetssikret av Helsedirektoratet

Sist oppdatert 17. March 2026

Fant du det du lette etter?