Zarok ji ya ku tu difikirî bêhtir tiştan fêm dikin. Zarok ji weşanên nûçeyan, medyaya civakî, ji hevalan û nemaze bi şopandina axaftin û bertekên mezinan ên li ser nûçeyan agahî werdigirin.
Her çend zarok gelek hûrgulî fêm bikin jî, ew hê ne gihîştine astekê ku bi ezmûna jiyanê ya pêwîst parçeyên cuda bikin yek hev û wateyekê temam jê çêbikin. Zarok pir caran hewceyê alîkariya kesekî mezin in da ku agahiyan şîrove bikin û fêm bikin.
Zarok dikarin tiştên ku dibînin, dibihîzin û dixwînin bi awayekî şîrove bikin ku wan tiştan bitirsîne û wan aciz bike. Vekirîbûn û agahdariya guncaw li gorî temen girîng e da ku zarok bi van ramanan bi tena serê xwe neçin. Armanc ew e ku zarok di ewlehiyê de bimînin.
Heger malbata we li herêmeke şer de be, dibe ku zarokên we xwe pirtir nerehet hîs bikin. Hûn dikarin bi eşkereyî û bi bawerî li ser tiştên dijwar biaxivin, piştgiriyê bidin zarokê/a xwe.
Mirov çawa zarokên xwe ewle dihêle
Ev bi tevahî normal e ku zarok û ciwanan gava nûçeyên tirsnak dibihîzin û dibînin, an jî li ser tiştekî tirsnak ku qewimîye agahdar dibin, hingê ditirsin an jî xwe ne ewle hîs dikin. Tiştê herî baş ku hûn wek mezinan dikarin bikin ev e ku hûn bi zarokên xwe re li ser tiştên ku ew wan ditirsîne biaxivin. Gelek zarok xwe ewletir hîs dikin gava mezinek bi wan re li ser tiştên ku wan bihîstiye yan dîtiye biaxive.
- Bipirse zarok çi difikire, guh bide wî û hestên wî qebûl bike.
- Ji zarok bipirsin ka ew di derbarê bûyerê de çi dizane, û agahdariyên ku li gorî pêwîstiya zarok ji bo têgihîştinê pê hene, bidin wî.
- Bersîva tiştê ku zarok meraq dike bide. Hewl bide ku bi qasî ku mumkin e bi awayekî zelal û konkret bersiv bidî, lê bêyî ku pir hûrgulî bidî ku dikare zarokan bitirsîne.
- Agahiyê li gorî temenê zarokê biguherîne. Zarokên biçûktir hewceyê agahiyên kurttir û berbiçavtir in, lê zarokên mezintir û ciwan dikarin agahiyên mezintir bi dest bixin û têkiliyan çêtir fam bikin.
- Zarok cuda ne. Hin zarok dê bixwazin biaxivin û dibe ku heman pirsan gelek caran bipirsin, lê hinên din naxwazin li ser vê yekê biaxivin. Hin zarok ji derbirîna hestên xwe bi riya lîstinê, xêzkirinê yan jî çîrokan feydeyê bêhtir dibînin. Têgihîştina xwe nîşan bidin û hestên zarokê xwe qebûl bikin.
Dema ku tu di ewlehiyê de binî, wê zarokên te jî di ewlehiyê de bin.
Dema zarok ditirsin û bêewleh in, ew hewceyê teselî û ewlehiyê ne. Çend nefesên kûr bistîne û aramiya xwe biparêze. Ewv dibe alîkar ku zarok bi ewlehî werin parastinê. Ev ji bo zarokên jli her temenî derbas dibe.
- Ji bo zarokên herî biçûk, yên temenê baxçeyê zarokan, tiştê herî girîng ew e ku hûn nîşan bidin ku hûn ewle ne û wan piştrast bikin ku ew ewle ne.
- Ji bo zarokên mezintir, ji temenê pêşdibistanê û jor, agahî jî girîng e.
Bertekên zarokan normalîze bikin
Têgihîştina xwe nîşan bidin ku zarok bi awayekî cuda tevdigere. Bo nimûne, dibe ku zarok nikaribe razê, bêaram be, bi hêrs be yan jî xemgîn be. Bi sebr be
Wêneyên nûçeyên mezinan ji bo zarokên xwe kontrol bikin
Ji nîşandana wêne an vîdyoyên bûyeran ji zarokên herî biçûk dûr bisekinin. Ji bo zarokên li temenê dibistana seretayî, nûçeyên zarokan ên NRK (Supernytt) dikarin bi kêr bin. Ciwan dikarin nûçeyan ji bo mezinan temaşe bikin. Her tim nûçeyan bi zarok an ciwanê xwe re temaşe bikin da ku derfeta we hebe ku hûn li ser tiştên ku hûn dibînin biaxivin.
Behsa têkiliya wan bi agahiyên li ser bûyerên tirsnak re û ji ku derê agahiyan digirin bikin.
Alîkariya zarokên xwe bikin ku ew çiqas nûçeyan temaşe dikin û çiqas cîh li malê ji bo nûçeyan heye, sînordar bikin. Baştir e ku zarok di saeta dawî ya beriya razanê de telefon an jî ekranan bi kar neynin.
Her wiha, bala xwe bidin tiştên ku mezin li dora zarokan diaxivin da ku zarokan netirsînin.
Dem bi zarokê/a xwe re derbas bikin
Bi hev re çalakiyên kêfxweş bikin. Alîkariya zarokan bikin ku li ser tiştên ku li vir û niha diqewimin bisekinin. Ew dikare zarokan ji xeman dûr bixe. Ji bo hin malbatan, çîrokbêjî, kevneşopî û kombûna bi malbat û hevalan re dikare hestek ewlehiyê biafirîne.
Ger zarok pir bêaram bibe, dibe ku ew di xewa xwe de zehmetiyan bikşîne. Ew dikare bibe alîkar ku zarok berî razanê aram bibe û ji bo rihetbûnê nefesên kûr bikişîne. Dibe ku guhdarîkirina pirtûkek dengî yan muzîka kêmdeng jî bibe alîkar.
Dema ku pêwîst be alîkarîyê bixwazin
Carinan zarok an jî ciwan dikarin ewqas bi tundî bertek nîşan bidin ku pêdivî bi alîkariyê hebe. Dema ku pêwîst be, alîkarîyê bixwazin, bo nimûne heger bertekên tund ên zarok ji holê ranebin an jî heger ew bandorê li ser şiyana fonksiyonel a zarok bikin.