Bûyerên weha dikarin bibin:
- kiryarên şer an qezayên giran
- afelên xwezayî an jî felaketên ji hêla mirovan destpêbûyî
- dîtin an jî şahidbûna mirina kesekî bi awayekî xirab
- şikence an terorîzm
- tundûtûjî yan tecawiz
- ku bibin qurbanê kiryarên din ên sûcdiyariyê
- xwekuştin li nav malbatê yan di tora nêzîk de
- gûhnedan
- rasthatina li zorbaziyê
Ew tiştekî asayî ye û tê çaverêkirin ku li hevber bûyerên bi vî rengî bertekên tund werin nîşandan. Ji bo gelek kesan, bertekên herî tund bi demê re aram dibin û li dawiyê derbas dibin diçin.
Ev nayê wê wateyê ku tu tiştên ku qewimîne ji bîr bikî an jî ji ber wan xemgîn nebî, lê ew êdî bi tevahî serdestî li ser te nakin.
Dema mirov bûyerên traûmatîkî jiyaye, ev tişteke asayî ye ku di jiyanê de paşê, dema mirov bûyerên mîna wan dibîne, dijî yan jî dibihîze, bertek derdikevin. Ji bo parastina we, dema tiştek diqewime ku dibe sedema bîranîna tiştên ku li demên berê qewimîne, mejiyê we bi tevahî “hişyariya alarmê” dide. Hest û ramanên ku tên tetikandin ne xeternak in. Lê ew dikarin gelek nexweş bin.
Bertekên asayî piştî bûyerên trawûmatîkî
- Bîranîn û wêne ji bûyerên trawmatîkî yên berê
- Ezmûna dubarebûna trawmayê (vegerên berê)
- Pirsgirêkên xewê û yan kabûsan
- Hestê bêçarebûnê
- Depresyon, bêewlehî û fikar
- Xemkirina ku tiştek bi serê kesên ku tu jê hez dikî de bê
- Tu bi konsantrasyonê re têdikoşî.
- Tu ji sosyalbûna bi kesên din re dûr dikevî
- Tu xwe pir bi hêrs an jî bi stresî hîs dikî û kontrolkirina hestên te ji te re dijwartir dibe.
- Tu gelek mijûlî bi temaşekirina TV’yê yî û xwendina her tiştê ku li medyayê ye. Tiştên ku tu dibînî dikarin bîranînên tiştên ku tu li demên berê jiyayî kirine jî xurt bikin.
Dema ku tu van bertekan dijî, şîretên xwealîkariyê bi taybetî girîng in ku werin şopandin.
Xwealîkarî û şîret piştî jiyîna bûyereke trawmatîkî
Çend tişt hene ku hûn dikarin di jiyana xwe ya rojane de bikin da ku hûn xwe biparêzin:
- Bi têra xwe razên, xwarineke bi tenduristî û birêkûpêkî bixwin, û rûtîna rojane biparêzin.
- Bi hezkiriyên xwe re bin. Derbareyê tiştên dijwar bi wan kesan re biaxive ku tu pê re rehet î.
- Ji temaşekirina zêde ya TV-yê, xwendina zêde ya medyayê û temaşekirina medyaya civakî dûr bimîne. Heger te bi xwe şer û pevçûn dîtibe, dibe ku fikreke baş be ku tu xwe ji temaşekirina nûçeyên li ser şer û pevçûnan bêhnvedanekê bidî.
- Çalakiya laşî ji bo tenduristiya derûnî girîng e. Here meşê yan werzîşê bike, bi tercîhî bi wî kesî re ku tu jê hez dikî .
Amûrên xwe-alîkariyê hene ku dikarin kêrhatî bin, wek mînak heger te derbareyê xewê pirsgirêk hebin. Li sepana zîrek SMART - RVTS Øst (rvtsost.no) binere (Tenê bi Norwêcî peyda dibe)
Li alîkariyê bigere
Heger tiştên ku te dîtiye bandoreke girîng li ser şiyana te ya karkirina di jiyana rojane de bike, divê tu bi dabînkerê lênerîna tenduristiyê re têkilî bikî. Heger pirsgirêkên xewa te yên berdewamî hebin, êşa laşî hebe, yan jî tu pir li ser bûyerên bi êş ên di jiyana xwe de bifikirî biçe cem bijîşkê xwe yê malbatê. Heger pêwîstiya we bêhtir bi alîkariyê hebe, bijîşkê te dikare te hewale bike.